Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya zanîngeha me ku ji beşên Laboratuwar, Anestezî û Texdîr in, li nexweşxaneyên Kobaniyê stajên xwe pêk tînin. Xwendekar di dema pratîka stajan û tevlîbûna karê neştergeriyê de, ji bo parastina xwe, derziya duyem ji vaksîna taybet a îltîhaba kezebê li xwe dan.