Meclisa Jin
Li zanîngehê rêxistina xweser ya jinan e û cihê biryardayinê ye. Hemû nûnerên pêkhateyên jin ên zanîngehê digire nava xwe.
Di qada akademîk de rêxistina xweser a jinan ava dike; li hemberî nêzikatiyên li dijî azadiya jinê têdikoşe, xwe bi rêxistin dike û pergala xwe ya xweser dimeşîne. Di nav xebat û qadên jiyanî de li dijî hişmendiya zayendperestî têdikoşe. Mafên akademisyen, mamoste, xebatkar û xwendekarên jin diparêze. Di hemû karên rêveberinê de pêşxistina pergala hevserokatî û nûnertiya jinê armanc digire.
Ji hemû jinên hevserok û cîgirên hevserokatiya zanîngehê, hevserokên fakulte, peymangeh û instîtuyan, berpirsên beşan, mamoste, karmend û berdevka meclisa xwendekaran pêk tê.