Fakulteya wêje

Fakulteya wêje di sala 2017`an de bi damezrandina zanîngehê re hat vekirin. Di heman sala vekirinê de bi beşekî dest pê kir ku ew jî beşê Ziman û Wêjeya Kurdî bû. Piştre di sala xwendinê ya 2021-2022`an de beşekî din lê zêde bû ku ew jî beşê Ziman û Wêjeya Erebî bû. Dema xwendinê di fakulteyê de heşt qonax in.

Bêguman vekirina fakulteyan ji bo temamkirina fêrbûn, fêrkirin û perwerdekirina nifşan, pêvajoyeke jêneger e. Ji ber ku di hemû biwaran de ji bo civakan kesayetên pispor û xwedî tecrûbeyên teorîk û piratîkî hêvî ne. Fakulte bi taybetmendiya xwe ya zanistî û akademîk, baweriyê dide xwendekaran ku hîs bikin ew êdî dikarin ji bo bipêşxistina xwe û civaka ku endamê wê ne pirojeyên serkeftî pêşkêş bikin. Her wiha gihandina nifşekî wiha, dibe nîşana pêşketin û biserxistina civakan.

Li ser vê bingehê:

1- Avakirina kadiroyên pispor di hemû beş û branşên fakulteyê de ku bikarin bi nûjeniyên lokal û navneteweyî re serwext bibin.

2- Girêdana civakê bi kevneşopî û çanda xwe ya cihêreng re, her wiha danenaskirina bi çandên din ku têkiliyên erênî bi hev re li dar bixin.

3- Bilindkirina asta êtûdên zanistî di warên pisporiyê de ku ev jî dikeve xizmeta çareserkirina pisgirêkan bi awayekî pisporane.

4- Avakirina kesayetên lêkolîner ên wiha ku bi pîvanên zanistî û babetî yên ku civata zanayan li ser li hevdu kirine, da ku ziman û wêjeya xwe serwext bikin. 

Mufredatên Fakulteyê dibin çar cure, ew jî ev in: Giştî, bingehîn, sereke û pisporî, piraniya wan teorî ne û hinek jî pratîkî ne. Ên teorî xwe dispêrin çavkaniyên cîhanî yên cihêreng ku ji hêla zana û pisporan ve mijarên zimannasî, wêjenasî û civaknasiyê tê de bi cih bûne, zêdetirî wê çavkaniyên girêdayî pispor û zanayên ziman û beşên ku di fakulteyê de vebûne ku weke bingeha beşên heyî bi awayekî zanistî tê de peyda dibin.

Her wiha yên pratîkî jî xwe dispêrin heman çavkaniyan, lê belê herî zêde xwe dispêrin çavkaniyên meydanî û civakî.

Beşên Fakulteyê:

1- Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî:

2- Beşa Ziman û Wêjeya Erebî:

Derçûyên fakulteyê dikarin di van waran de cihê xwe bigrin:

1- Di qada perwerde û fêrkirinê de.

2- Di sazî û navendên lêkolînan yên ziman û wêjeyê de.

3- Navendên lêkolînan yên qada jineolojiyê

4- Nivîsandina berhemên zimanî û wêjeyî.

5- Dikarin weke asîstan di zanîngehê de cihê xwe bigirin û xwendina bilind temam bikin.

6- Dikarin di warekî rojnamegeriyê de wekî alîkar bixebitin.

7- Dikarin di warê wergerê de xebatê bikin.