Armanc û Nirxên Zanîngeha Kobaniyê
Zanîngeha Kobaniyê berhemeke Şoreşa Rojava ye ku civak ji bindestiya bi dehan salan hate rizgarkirin. Di heman demê de yek ji berhemên berxwedana li hember tundrewî û dagirkeriya li ser civakê ye. Berî her tiştî zanîngeh bilindkirina nirxên vê şoreş û berxwedaniyê ji xwe re bingeh digire. Di vê wateyê de zanîn û zanistê bi armanca civakeke azad û demokratîk digre dest û pêş dixe. Her wiha bi armanca kesayet û civakeke lêkolîner û xwedî hişmendiyeke afirêner û azadîger tevdigere. Şênberkirin û jiyanîkirina pêwendiya zanist û heqîqeta civakî, weke erkeke bingehîn ji xwe re datîne. Bi wê armancê tevdigere ku xwendekar agahiyên ku ji bernameyên zanistên xwezayî û zanistên civakî fêr dibin, di nava jiyanê de şênber bikin, berpirsiyar û rexnegir bin. Bi vî awayî bibin xwedî hêza cewherî û bikaribin di asteke bilindtir û pêşketîtir de biafirînin.
Zanîngeh li hember xweza, rastiya jinê û mafên mirovan hestyar û rêzdar e. Hemû çand, bawerî û reng û dengên herêmî û gerdûnî weke nirxên bilind dinirxîne û ji bo parastin û pêşketina wan têdikoşe. Di kar û xebatên xwe yên zanistî de van nirxan ji xwe re bingeh digire.