Enstîtûya Xwendina Bilind a Zanistên Civakî
Enstîtûya Zanistên Civakî, bi vekirina mastera Ziman û Wêjeya Kurdî sala 2022`an dest bi xebata xwe kiriye. Pêşxistina kadroyên pispor ên zanistên Ziman û Wêjeya Kurdî ji bo Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî qada perwerdehiyê armanca sereke ye.
Her wiha:
1- Amadekirina kadiro û lêkolînerên xwedî asta akademîk.
2- Lêkolînên li ser pêşketinên Ziman û Wêjeya Kurdî.
3- Amadekirina kadroyên ku bikaribin materyalên fêrkirinê dahûrînin û pêş bixin.
4- Amadekirina lêkolînerên ku bikaribin lêkolînan amade bikin û pirsgirêkên minhacan diyar bikin û çareseriyan pêşkêş bikin.
5- Amadekirina zemînên nû yên pisporiyên di vî warî de.
Taybetmendiyên materyalan:
Materyal cihêreng in, jê yên girêdayî zimanasiyê mîna Dengsazî, Peyvsazî, Watesazî, Ferhengsazî, Hevoksazî û yên girêdayî zanistên wêjeyî mîna Wêjeya Klasîk û Wêjeya Nûjen, Wêjeya Hevrûkirinê, Rexneya Wêjeyî û yên girêdayî zaravayên Kurdî mîna Soranî û Dimilkî (Zazakî) û her wiha Rêbazên Lêkolîna Zanistî û zimanên biyanî.
Beşên Enstîtûyê:
11- Beşa Wêje; 3 qonaxên xwendinê û mastername.
22- Beşa Zimanasiyê; 3 qonaxên xwendinê û mastername.