Kordînasyona Zanîngehê
Ji hevserokên zanîngehê û cîgirên wan, hevserokên fakulteyan û peymangehan û her du berdevkên meclisa jinê pêk tê, (her wiha li gor pêşniyara desteya rêveber ji kesayetên akademîk).
Erkên Kordînasyona Zanîngehê:
1- Her 15 rojan civîna xwe ya asayî li dar dixe, biryar û plansaziyên xwe derdixe, her wiha biryar û plansaziyên ku Meclisa Zanîngehê derdixe, pêk tîne û dikare civînên awarte li dar bixe.
2- Desteya Akademîk erkdar dike.
3- Ji rêxistinkirina hemû perwerdeyên hundirîn, komxebat, panêl, semîner û xebatên bi vî rengî berpirsiyar e.
4- Xebatên fakulte, peymangeh û saziyên navxweyî yên zanîngehê dişopîne û pêwendiyan di navbera wan de pêk tîne.