FELSEFEYA ZANÎNGEHÊ

Bingeha zanistê xweza, civak û dîrok e. Kengî aqlê mirov piştî peresîn an ku pêşketina bi mîlyonan sal, gihişte asta pirs û lêpirsînê yekemîn gava zanistî jî hate avêtin. Ji xeleka destpêkê û heta niha ev zincîr tu carî qut nebû.  Lewre jî pêşketina îro vedigere xelekên destpêkê. Eger pêşketin, destpêka xwe û encam jî sedemên xwe înkar bikin, bi destê xwe bingehê xwe ji holê radikin.

Wê demê eger pênaseyek ji zanistê re bê kirin beriya her tiştî pêwîste bê gotin ku `ji çavkaniya xwezayê û bi keda civakê ya ku her hevûdin temam dikin û pêş dixin, di dirêjahiya dîrokê de hemû zanînên ku bûne pergal, zanist e...` Watedayîna jiyan û hebûnê her weha zanîn û pîroziyên ku di cewherê civakê de veşartî ne jî pêwîste di nava vê pênaseyê de cihê xwe bigrin.

Di dîrokê de xebatên zanistî rastî gelek astengiyên dijwar hatine. Nêzîkatiyên hegemonîk ên desthilatdariyê li ser zanistê û nêzîkatiyên baviksalarî li ser xweza û jinê, bi hezaran sal berdewam kirine. Şoreşa neolîtîk di rengê jinê de çavkaniya zanistê bû. Dema ku desthilatdariyê ev daneheva zanistê ji civakê dizî, di heman demê de jinên ku xwedî wê zanistê bûn jî ji zanistê dûr xistin.

Bi sedan sal e, jin ji bo ku bikevin qadên zanîn û zanistê yên di bin serweriya desthilatdarî û zilam de têdikoşin lê ew bi zordarî û komkujiyan ji derve hatin hiştin. Ev têkoşîn îro jî di serî de zanîngeh li hemû warên akademîk berdewam e.

Piştî Şoreşa Pîşesaziyê zanîngeh zêdetirî xwe di bin yekdestariya netew dewletê de û li gor pêwîstiyên desthilatdarî û dewletê berê xwe dane pisporiyê. Bi awayekî gelemperî zanistên xwezayî (bîrkarî, fîzîk, kîmiya, biyolojî û hwd) bi rêka zanîngeh û ezmûngehan ketin bin xizmeta sektorên şîrket û dewletî de. Zanistên civakî jî (dîrok, felsefe, civaknasî, derûnasî, hûner, wêje) bi şîroveyên pozîtîvîst teşe girtin. Di rikeberî û pêşbirka kapîtalîstî ya dewlet û şirketan de zanist gelek caran bû amûr û hate bikaranîn. Encama vê atmosferê jî du şerên cîhanî bi xwe re anîn ku bûne sedema komkujiyên civakî û têkbirina nirxên wateyî. Ji hêla din ve teknolojiya kujer ku di her du şerên cîhanî de hate bi kar anîn, mixabin di `ezmûngeh` û `laboratuwarên zanistî` de hatin çêkirin. Zanistên civakî ku dihate xwendin jî bingehê hişmendiya vê rastiyê ava dikir.

Ev têkiliya xeternak û kujer a di navbera desthilatdarî û zanistê de îro jî di lûtkeyê de berdewam e.

Nexweşiyên girseyî, çekên navokî (nukleer) û bîyolojîk, komkujî, qirêjkirina xwezayê, karesatên mirovî, tawanên li hember jinê, birçîbûn, têkçûna gundewarî û bajarvanî û hwd... Ev tablo rastiya roja me ya îro ye. Lê di heman demê de rojane pesndayîna `zanist`ê tê kirin.

Gelo ev tabloya tarî û tirsnak, têkiliya xwe bi zanist û zanîngehên dema me re tune be! Mixabin heye. Pirsa herî jiyanî jî ew e ku, tu xerabî ji xerabiya ku ji têkiliya zanist-şirket û zanist-dewletê derdikeve, mezintir heye? Di her du şerên cîhanî de nêzî sed mîlyon însan hate kuştin, birîndar kirin û winda kirin. Nirxên mirovatiyê ketin bin piyan de. Bombeya atomê bi serê civakê de hate teqandin. Ev teknolojiya kujer di `ezmûngehên zanistî` de hate çêkirin. Îro jî nexweşiya Korona û gelek nexweşiyên din li serê mirovatiyê têne gerandin. Ji aliyekî ve îstatîstîkên (amar-rêje) miriyan tên belav kirin, li aliyê din jî şirketên ku derman difroşin, îstatîstîkên milyar dolarên xwe ku ji vê rewşê `kar` kirine, radigihînin.

Li aliyekî nexweşiya obezîte (qelewbûn) ya li parzemînên qaşo `demokratîk û pêşketî`, li aliyê din nexweşiyên birçîbûnê û dîmenên zarokên heliyayî ku tenê mane hestî, li welatên qaşo `paşketî..!

Çend dewlemendên cîhanê ku bi sedan mîlyar dolarên xwe ve ketine pêşbirka dewlemendiyê lê bi mîlyaran însanên ku xwarinê û ava paqij nabînin..!

Wê demê pirs dubare dibe: Zanîn, zanist, zanîngeh, ezmûngeh û hwd; çawa, ji bo çi, ji bo kê?

Encam

1- Zanist, nasnameya xwe jî pênaseya xwe jî beriya hemû taybetmendiyên xwe yên din, `civakî` ye. Ji ber ku asta xwe ya îro encama keda hezaran sal a civakê ye. Lê modernîteya kapîtalîst bi vegotinên xapînok xwe wek xwedî û afirênerê wê nîşan dide.

2- Zanisteke bê felsefe û ji exlaqê civakî û gerdûnî dûr; sîleheke ku berê xwe li ser serê civakê ye û li ber teqandinê ye. Zanist kengî ji civaka exlaqî û polîtîk hate qutkirin, wê demê bû amûrê desthilatdariyê û dijberê civakê.

3- Zanist pêwîst e vegere cewherê xwe yê civakî. Zanisteke ku bi hiş û hizrê hevpar ê civakê pêşkeve encex dikare civakê bigihîne heqîqet û armanca wê. Tablo û jiyanên tarî û tirsnak, ne qedera civakê ne.

4- Weke cih û warê zanist û felsefê `zanîngeh` û `akademî` jî pêwîst e, ne amûrên desthilatdariyê bin. Nasname, cewher û armanca xwe civakî bin.

5- Zanîngeh pêwîst e, di afirandin û pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk de  afirênerê hişmendiyê bin, çalakgerê heqîqetê bin.  

6- Her wiha pêwîste zanîngeh, li hember zayendperestiyê têbikoşin û  derfetên akademîk ji bo jinê di hemî qadên xwe de pêşbixînin.

7- Bêguman pêdivî pê heye ku zanîngeh di têkoşîna li hember her cûre dagirkerî û qirkirina civakê û xwezayê de rexnegir bin û xwedî helwest bin; alîgirê felsefe, exlaq û polîtîkaya civakî bin. Xwezaparêz bin û xwedî roleke pêşeng bin.

8- Gotina `zanist hêz e` rastiyek e. Lê ya girîng ew e ku ev hêz di ber de çi de û di ber kê de, tê kar anîn. Bêguman pêwîst e ev hêz avakar û civakî be ne ku xerabkar û desthilatdar be.