Desteya Rêveberiya Zanîngehê
Desteya Rêveberiya Zanîngehê, ji Hevserokên Zanîngehê û cîgirên wan pêk tê.
Erkên Desteya Rêveberiya Zanîngehê:
1- Daxuyaniyan li ser navê Meclis û Kordînasyona Zanîngehê dide.
2- Biryarên ku Kordînasyon distîne di pratîkê de dişopîne û dide pêkanîn.
3- Di derbarê fakulte, peymangeh û beşên nû yên ku di bin banê zanîngehê de bên vekirin de, pêşniyaran amade dike û pêşkêşî Meclisa Zanîngehê dike.
4- Li ser pêşniyara Desteya Rêveber a Fakulte/ peymangehan, mamoste û xebatkaran dipejirîne. Her wiha di derbarê desturdayîn, sekinandin û jikarvekêşana mamoste, karmend û xebatkaran de biryar dide.
5- Di derbarê pêşniyarên Desteya Rêzkarî û Çareseriyê yên li ser rêveberî, mamoste, xebatkar û xwendekaran de biryaran distîne.
6- Şopandina karê sazî û navendên ku bi ser ve ne, dike.