Peymangeha Zanistên Zagonî û Rêveberiyê
Peymangeha Zanistên Zagonî û Rêveberiyê yek ji peymangehên ku di sala xwendinê ya 2021-2022’yan de li Zanîngeha Kobaniyê vebûye. Dema xwendinê di Peymangeha Zagonî û Rêveberiyê de pênc qonax in. Peymangeha Zagonî û Rêveberiyê hejmarek ji kadiroyên wanedayînê yên ku di zanista zagon, rêveberî û lêkolînên Zanistî de pispor in digire nava xwe.
Her wiha di vê peymangehê de li gel materyalên pisporiyê, materyalên zanistên civakî û materyalên gîştî jî tên
xwendin.
Giringiya vê peymangehê ku xwendekar tê de zanistên zagon û rêveberiyê dixwîne, ew e ku pêdiviya her rêveberî û saziyekê pê heye da ku bi pêş bikeve û bibe sedem ku civak bi giştî bi pêş bikeve.
Li Peymangeha Zanistên Zagonî û Rêveberiyê, xwendekar fêrî karên rêveberiyê yên wekî plansazî, hevrêzî, girtina biryarên rast, çawaniya girêdana girêbestan dibe û rêgezên zagonî nas dike û şiyan li gel wî çêbibe ku lêkolînên navgînên zagonî, darayî û aborî yên ku ji pêşketina karê rêveberiyê re pêwîst in, bike.
Xwendina zanistên zagonî û rêveberiyê di warê prensîbên teknîkî yên teoriyên rêveberiyê de zanyariyê dide xwendekaran.
Li ser vê bingehê:
1- Derxistina nifşekî xwedî şiyana dahûrandina pirsgirêkan, lêkolîna sedemên wan, vedîtina alternatîfên çareseriyê, şopandina pêkanînan û vekolîna encaman.
2- Di saziyên rêveberiyê de pêşxistina çavkaniyên mirovî ku bi awayekî zêdetir di warê berhemdayîn û bazargeriyê de bi pêş bixe.
3- Piştgiriyê dide pêşketina kesayetî, bi taybet di warê plankirin, rêxistikirin, arastekirin, rênîşandan û şopandinê de.
4- Pêşketinê di nava civakê de çêdike û têkiliyên kesan bi hev re bi rêxistin dike, weke têkiliya firoşkar û mezêxer an jî têkiliya saziyan bi hemwelatiyan re.
Xwendekar piştî derçûnê dikarin di hemû saziyên rêveberî û zagonî de kar bikin.