Peymangeha Teknîkî
Peymangeha Teknîkî di sala xwendinê ya 2021-2022'yan hat damezrandin. Di heman sala vekirinê de bi du beşan dest pê kir ku ew jî beşa Mîkenîk û Elektirîk bûn, Piştre di sala xwendinê ya 2022-2023'yan de beşeke din lê zêde bû, ew jî beşa Kompûter bû.
Ji ber pêwîstiya herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi teknîsyenên pispor di warê komputer, elektirîk û mîkanîk de, Zanîngeha Kobaniyê hewl da ku peymangeha teknîkî veke, da ku bibe bingehek ji peydakirina teknîsyen û perwerdekaran ji civakê re, her wiha belavkirina zanebûnên enformasiyon û teknîkê di sektorên giştî û taybet de.
Li ser vê bingehê:
1- Amadekirina teknîsyenan di karên kompûter, bernamesazî, elektirîk û mîkanîk de.
2- Amadekirina mamosteyan ji bo perwerdeya madayên girêdayê kompûter, elektirîk û mîkanîk di dibistanên giştî û pîşeyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar bikin.
Madeyên peymangehê ji madeyên bingehîn, sereke, giştî û pisporî pêk tên û mufredatên van madeyan li ser bingehên akademîk û zanistî ava dibin ji bo xwe bigihînin pêşketinên hemdem ên zanistî.
Madeyên bingehîn, sereke û pisporî ji saetên teorî û pratîkî pêk tên, madeyên giştî jî di hemû peymangeh û fakulteyên zanîngehê de hevbeş in.
Beşên Peymangehê:
1- Beşa Elektirîk.
2- Beşa Mîkanîk.
3- Beşa Kompûter.
Derçûyên peymangehê di van cihan de dikarin erk werbigrin:
- Di saziyên giştî û qada perwerde û fêrkirinê de, nemaze derçûyên Beşa Kompûter.
- Di qada pîşesaziyê de.
- Saziyên girêdayî desteyên enerjiyê.
- Li bendavan.