Meclisa Zanîngehê:

 

Meclisa Zanîngehê, di nava sazîbûyîna zanîngehê de di asta herî bilind de cihê biryardayînê ye. Hemû pêkhateyên zanîngehê digire nava xwe. Nûnertiya zanîngehê ya xweser û konfederal dike. Ev meclis ji berdevkên meclisa xwendekaran, berdevkên xwendina bilind beşên wêjeyî, berdevkên xwendina bilind beşên zanistî, berpirsiyarên beşan, berdevkên mamosteyan, hevserokên fakulte û peymangehan, hevserokên enstîtuya xwendina bilind, her du berdevkên meclisa jin û hevserokên zanîngehê û cîgirên wan pêk tê.

 

Erkên Meclisa Zanîngehê:

1- Ji venêrîn û şopandina biryarên ku di civîna giştî ya zanîngehan  ya du salan carekê tê lidarxistin de, berpirsiyar e.

2- Ji şopandina pêkanîna bername û rêvebirnameya zanîngehê berpirsiyar e.

3- Desteya Rêzkarî û Çareseriyê ji hêla Desteya Rêveber a Zanîngehê ve tê pêşniyarkirin û ji hêla Meclisa Zanîngehê ve tê erêkirin.

4- Di dawiya her qonaxê de û di rewşên awarte de civîna xwe li dar dixe, raporên kar û xebata qonaxê dinirxîne û planên kar erê dike. Beriya civîna meclisa zanîngehê, civînên meclisa jinê û ya xwendekaran tên lidarxsitin.