Fakulteya Zanistên Xwezayî
Fakulteya Zanistên Xwezayî yek ji fakulteyên bingehîn û girîng di zanîngehan de ye, ku xwendekar dikare tê de piranî zanistan fêr bibe, ji zanistên heyînên zindî û yên nezindî, her wiha naskirina diyardeyên xwezayî yên li ser cîhanê diqewimin. Hewildana mirovan ji bo dîtina delîl û îsbatan ji şirovekirina diyardyan re, ew jî bi alîkariya lêkolînên zanistî yên cuda.
Fakulteya Zanistên Xwezayî pêwistiyên civakê ji kadroyên pispor peyda dike. Dema xwendinê di fakulteyê de heşt qonax in. xwendekar tê de zanistên xwezayî yên heyînên zindî û nezindî dixwîne.
li ser vê bingehê:
1- Xwendekar zanîn û şarezayên taybet bistîne.
2- Asta parastina jêderên xwezayî bilind bike, li hember binpêkirinên ekolojîk û guhartina avhewyî bisekine.
3- Parastina enerjî û zêdekirina jêderên enerjiyên domdar.
4- Avakirina kadiroyên ku dikarin fêrkirin, dahênandin û rêvebirina jêderên xwezayê bikin.
5- Girêdana zanistên Xwezayî bi civakê re
Beşên Girêdayî Fakulteya Zanistên Xwazayî:
1- Fîzîk.
2- Kîmîk.
3- Bîrkarî.
4- Zindînasî.
Materyal ji pisporî, bingehîn, giştî û zanistên civakî pêk tên.
Derfetên Pêşiya Xwendekarên Derçûyî:
1- Mamostetî di beşên xwe de, Fîzîk, Bîrkarî, Kîmîk û Zindînasî di dibistanên navîn û amadehî de.
2- Wek asîstan di zanîngehê de cihê xwe bigirin.