Fakulteya Perwerdehiyê
Di destpêka sala xwendinê ya 2022-2023'an de Li zanîngeha Kobaniyê Fakulteya Perwerdehiyê hat vekirin. Girîngiya fakulteyê li ser wê yekê ye ku hewl dide avakirina geşbûna civakê û rêça wê di warê geşepêdanê de baştir bike. Her wiha çanda perwerdehiyê li ser bingeha prensîbên perwerdehiyê yên durist di nav kesên ku di hemû beşên xwe de bi zarokan re dixebitin.
Li ser vê bingehê:
1- Amadekirina mamostayên xwedî tecrûbe ku karibin di polên seretayî de bi awayekî bibandor waneyan bidin.
2-Fêmkirina teorî û nêzîkatiyên bi mufredatan re, di warê bingeh û awayên plansaziyê de.
3-Fêrbûna rêbazên wanedayînê û şêwazên bikaranînê û pêkanînê.
4-Bi awayekî aktîv beşdarî pêvajoya civakîkirina zarokan li ser bingehên zanistî û perwerdeyî yên nûjen bibin.
5- Parastina asta herî bilind ji exlaqa pîşeyî di nav xwendekarên derçûyî de.
Beşên ku di fakulteyê de hene
Mamostetiya refê.
Derçûyên fakulteyê dikarin di van waran bixebetin:
1- Dikarin li zanîngehê wek assistant kar bikin.
2- Li dibistanan dikarin wek mamoste kar bikin.