Meclisa Xwendekaran

 

Meclisa Xwendekaran ji hemû hevberdevkên fakulte/peymangeh ku ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hatine hilbijartin, pêk tê. Meclisa Xwendekaran di nava pergala demokratîk a zanîngehê de, bi armanca parastina vîna xwendekaran, pêşxistina hişmendiya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û asta zanistî ya perwerdeyê, tevdigere. Her wiha, armanc ew e ku mekanîzmaya derbirîna rexne, pêşniyar û nerînên xwendekaran ên di derbarê, rêveberî û pergala perwerdeya zanîngehê de pêş bixe. Armanceke bingehîn jî parastina mafên xwendekaran ên ramyarî û akademîk e. Meclis di heman demê de çalakiyên civakî, çandî û werzişî birêxistin dike.

Meclisa Xwendekaran ji bo rêxistinkirina çalakiyan di bin banê fakulteyan de komîteyên li jêr ava dike:

1- Komîteya Çalakiyên Civakî, Çandî, Hûnerî

2- Komîteya Zanistî.

3- Komîteya Werzişê.

4- Komîteya Ekolojî.

Li gor pêwistîyan dikare komîteyên cuda jî birêxistin bike. Hemû çalakî bi pêwendiya Navenda Çalakiyan re tên kirin.

Her xwendekareke/î zanîngehê, bi awayekî xwezayî endemeke/î Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê ye. Xwendekar endambûn û nûnertiya xwe bi rêya hevberdevkên ku bi xwe hilbijartine, pêk tînin.