Peymangeha Bijîşkî
Peymangeh di sala 2019'an de bi armanca perwerdekirin û dabînkirina kadiroyên pispor di qada dahûrandinên bijîşkî de ji herêmê re hatiye avakirin. Di sala 2021'an de beşa Anestezî û ya Temrîdê hatin zêdekirin. Dema xwendinê pênc qonax in.
Girîngiya vê peymangehê, ew e ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de hat avakirin ji ber ku pêwîstiyên herêman bi giştî bi kadiroyên pispor di van waran de heye.
Li ser vê bingehê:
1- Amadekirina kadiroyên xwedî asteke zanistî û pratîkî di her sê pisporiyan de.
2- Pêkanîna pêwîstiyên kadiroyan li navendên tenduristî û nexweşxaneyên herêmê.
3- Bidestxistina pisporiyan di warên bikaranîn û danûstandina bi hemû alav û amûrên nû de.
4- Sazkirina navendeke dahûrandinê ya pêşketî.
5- Pêşxistin û xurtkirina asta tenduristî li herêmê.
6- Amadekirina zemîna avakirina fakulteyeke bijîşkî.
7- Belavkirina çanda tenduristiya civakî.
Materyal ji sê cureyan in: Materyalên giştî li ser asta zanîngehê, materyalên bingehîn û materyalên pisporî.
Beşên peymangehê:
1- Laboratuwar
2- Anestezî
3- Temrîd
Derçûyên peymangehê dikarin di van cihan de bibin xwedî berpirsyarî û erk:
1- Dikarin di nexweşxaneyan de erk bigirin.
2- Di laboratuwaran de karê pratîkî û lêkolînê pêk bînin.
3- Di saziyên girêdayî destayên tenduristiyê de bibin xwedî berpirsyarî.
4- Dikarin wek asîstan di zanîngehê de erkdar bibin.