Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê
Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê di sala 2021/2022'an de hat vekirin. Maweya xwendinê ya peymangehê pênç qonax in.
Di rêya vekirina Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê de, em hewil didin nifşekî ji ciwanên ku baweriya xwe bi xwendin û zanistê tînin, ku ew deriyê pêşketina civakan in.
Ev yek jî bi rêya avakirina hawirdoreke guncaw ji bo pêkanîn û pêşxistina bernameyên fêrkirin, lêkolênerî û perwerdehiyê. Her wiha pêkanîna geşedana mirovî di van şert û mercên jiyanî yên dijwar de. Di heman demê de pêkanîna hewcedariyên civakê û dagirtina wê bi kadiroyên pispor û dagirtî ji aliyê zanist û zanebûnê.
Hêjayî gotinê ye destpêkê wek peymangeh hat vekirin, tenê wek rewşeke awarte û lezgîn ji bo dagirtina pêwîstiyên saziyên perwrdehiyê bû.
Li ser vê bingehê
1- Avakirina nifşekî bawer e ku çîna (koma) xwenda roleke xwe ya sereke di geşedan û pêşketina civakê de heye.
2- Amadekirina kadroyan ji aliyê fikir, afrînerî û jêhateyên fêrbûnê yên ku dikevin xizmeta civakê, her wiha pêkanîna pêwîstiyên bazara kar.
3- Pêşxistina rêbaza lêkolîna zanistî.
4- Avakirina çandeke perwerdehiyê ji bo komên civakê yên cuda.
Beşên taybet bi peymangeha zanistên perwerdehiyê:
1- Mamostetiya refê
2- Îngilîzî
3- Erdnîgarî
4- Biyolojî
5- BFK
Ji bo mufredatan jî, dabeşî sê beşan dibin: madeyên giştî, bingehîn û pisporî.
Xwendekarên derçûyî dikarin li gorî beşa xwe kar bikin:
1- Yên Îngilîzî û BFK dikarin li dibistanan weke mamoste kar bikin.
2- Yên Erdnîgariyê dikarin di şaredarî her wiha di dibistanan de jî wek mamoste kar bikin.
3- Yên Biyolojî dikarin di taqîgehên bijîşkî de kar bikin û li kêlek wê dikarin li dibistanan jî wek mamoste kar bikin.