Peymangeha Zimanan
Peymangeh di sala 2019'an de bi armanca fêrkirina xwendekarên zanîngehê astên zimanên ingilîzî û kurdî, hat avakirin.
Sala 2021'an asta zimanê erebî lê hat zêdekirin da ku asta xwendekaran bilind bike. Li rex vê yekê peymangeh bi erka bilindkirina asta zimanan ji bo mamoste û karmendên zanîngehê radibe. Yek ji mercên derçûna xwendekaran bidestxistina astên zimanan ên ku hatine diyarkirin e.
Girîngiya vê peymangehê, ew e ku deriyê danûstandina xelkên herêmê û pêgihandina bi neteweyên din re vedike û rê dide ku xwendekar sûdê ji lêkolîn û xebatên zimanên dîtir bibînin.
Li ser vê bingehê:
1- Bilindkirina asta xwendekar û kadiroyên zanîngehê di zimanan de.
2- Amadekirina zemîna zêdekirina beşên zimanên biyanî li peymangehê.
3- Li zanîngehê xurtkirina qada wergerandinê.
4- Bilindkirina asta xwendekaran di zimanan de, ji bo sûdgirtinê di lêkolîn û karên akademîk de.