Enstîtûya Xwendina Bilind a Zanistên Perwerdehiyê

Bernameyên enstîtûyê bi her du beşên xwe yên  Rêbazên Wanedayînê  û Rêbazên Wanedayîna Zimanê Îngilîzî di sala 2023`an  bi rê ket. Ji ber ku pêwîstiyên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kadiroyên akademîsyen û pispor di warê amadekirina materyalan û pêşxistina rêbazên wanedayînê de heye, ev xebata akademîk hate pêşxistin. Her wiha amadekirina bingehekî bi hêz ê akademîk û avakirina derfetên lêkolînên pisporî yên di van waran de jî armancên entstîûyê ne.

Li ser vê bingehê:

1-  Amadekirina kadiroyên pispor di van biranşan de.

2-  Xwendekar di pêşketin û nûjeniyên di warê rêbazên wanedayînê de serwext be.

3-  Amadekirina kadiroyan di warê perwerdehiyê de ku karibin analîz û pêşxistinan li ser materyalan bikin.

4- Perwerdekirina xwendekaran li ser stratejî û rêbazên wanedayînê yên nûjen.

5- Amadekirina lêkolînerên ku karibin lêkolînan di ware perwerdehiyê de bikin, her wiha karibin pirsgirêkên materyal û rêbazên wanedayînê diyar bikin û çareseriyan jê re pêşkêş bikin.

6- Vekirina derfetan ji bo beşên nû di warê perwerdehiyê de.

Beşên Enstîtûyê:

1- Beşê Rêbazên Wanedayînê ku dema xwendina xwe du qonax in û piştre mastername tê amadekirin.

2- Rêbazên Wanedayîna Zimanê Îngilîzî  bi Zimanê Îngilîzî tê dayîn û dema xwendina wê du qonax in û piştre jî mastername tê amadekirin.