Xwendekarên Zanîngeha me yên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî rêzedersên pratîkî (staj) li dibistana Şehîd Seydo berdewam dikin.
Bi pêşwazî û kêfxweşiya mamoste, rêveber û desteyên rêveber li Desteya Perwerdehiyê xwendekar, di aliyê perwerdehiyê de li ser komên ku ji aliyê mamosteyan ve tên çavdêrîkirin, hatin dabeşkirin. Her wiha ji bo pêşxistina zanîn û şarezayên xwendekaran û rêbazên perwerdehiyê pratîk tê pêkanîn. Hêjayî gotinê ye ku staj weke materyaleke bingehîn tê hesibandin. Ji ber vê yekê mamosteyên çavdêr bi baldarî tevdigerin. Lewre armanc ew e ku derçûna xwendekarine ku karibin pergala perwerdehiyê pêş bixin û baş bi rê ve bibin.