Rêûresma Sêyemîn Derçûyên Zanîngeha Kobaniyê – ZANîNGEHA KOBANIYÊ
Rêûresma Sêyemîn Derçûyên Zanîngeha Kobaniyê
Dîrok : 04-06-2024
Şirove : 0

Rêûresma Sêyemîn Derçûyên Zanîngeha Kobaniyê

rêûresma sêyemîn derçûyên Zanîngeha me pêk hat. Rêûresm li zanîngehê destpê kir. Paşî xwendekar derbasî Şehîdgeha Kobaniyê bûn û Şehîdên Şoreşê bi bîr anîn. Li Lîstikgeha Kobaniyê bi tevlîbûna hezaran ji welatiyan, çalakî berdewam kir. Li vir li ser navê Rêveberiya Zanîngehê û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin. Di axaftinan de girîngiya pêwendiya zanîngeh û civak, zanist û civak hate ziman. Xwendekarên derçûyî hatin pîroz kirin.
Her wiha li hember gef û êrîşên dijmin helwest hate nîşandan. Li ser navê Meclîsa Xwendekaran Medya Osman Elî girîngiya xwendina bi zimanê dayikê û xwendina zanistê bi Zimanê Kurdî destnîşan kir. Di heman demê de bal kişand ser dîrokîbûna vê rojê. Di dawiyê de belgeyên derçûnê yên xwendekaran hatin belavkirin. Her wiha çalakiyên hunerî hatin nîşandan.
Em ji xwendekarên xwe yê derçûyî re serkeftinê dixwazin.







































Şîroveyekê binivîse