Meclîsa Xwendekaran a Zanîngeha Kobaniyê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civîna ku hemû nûnerên beş û fakulteyan tê de amade bûn de, rewşa akademîk a xwendekaran; pirsgirêk, pêwîstî û çareserî hatin nirxandin û destnîşankirin. Her wiha ji bo derbaskirina lawaziyên heyî, ji hêla nûneran ve nêrîn û têbînî hatin pêşxistin. Li ser van bingehan di dawiya civînê de plandanîna dema pêş hate destnîşankirin.
Unread Messages