Bi beşdarbûna hevserokê fakulteyan, berpirsên beşan, cîgiran, nûnerên ofîsan û berdevkên Meclîsa Jin, civîna Meclîsa Jin hat lidarxistin.
Di civînê de nirxandinek ji qonaxa xwendinê ya ku di 08.07.2023'yan de bi dawî bûyî, hat kirin, her wiha pirsgirêk, zehmetî û astengiyên rêxistinî yên di warê akademîk û rêveberiyê de ku derketine holê, hatin guftûgokirin.