Di çalakiya yekemîn de Fakulteya Wêje hevrêziya bi Navenda Çalakiyan a zanîngehê re, bi diruşmeya "Ku Zanist bi Zimanê Dayîkê Neyê Wergirtin ji Xisletên Serwextbûnê Bêpar Dimîne" pêşbirkeke zanistî û wêjeyî li ser asta Fakulteya Wêje û zanîngehê li dar xistin. Di pêşbirkê de navên wan xwendekaran hate diyarkirin ku bi ser ketibûn. Îro bi şahiyekê, xwendekarên ku bi ser ketibûn, hatin xelatkirin.